Hemas: Hikûmeta rasteqîn a Xezeyê hat fesixkirin

Hemasê ragihand ku wan komîteya rewşa awarte ya hikûmeta rasteqîn a Xezeyê fesix kiriye.

Hemasê ragihand ku wan hikûmeta rasteqîn a Şerîda Xezeyê fesix kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komîteya rewşa awarte ya ku di pêvajoya dorpêçê de hatibû avakirin fesix kiriye.

Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê de wiha hat gotin: “Serokê komîteya rewşa awarte ya hikûmetê Mihemed El Fera ji karê xwe îstîfa kir. Her wiha biryar da ku komîteyê fesix bike û karên îdarî û hikumî derbasî komîteya neteweyî ya rêvebirina Xezeyê bibe.”

Her wiha destnîşan kir ku komîteya neteweyî ya rêvebirina Xezayê ji aliyê meclisa aştiyê ve ku serokê DYE'yê Donald Trump ava kiribû, hat avakirin. Meclisa aştiyê Cotmeha 2025`an hatibû avakirin.